Steinmeier li Hewlêrê kifte û dolme yên kurdî xwarin

08-12-2015
RÛDAW
Kifte û Dolme yên kurdî
Kifte û Dolme yên kurdî
Nîşan Almanya Frank Walter Steinmeier Kurdistan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Almanya Frank Walter Steinmeier ku di çarçoveya serdanekê de li Başûrê Kurdistanê ye, berî civîna bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bû mêvanê sifrea kurdewarî kifte û dolme yên kurdî xwar.

 

Îro Wezîrê Derve yê Almanya Frank Walter Steinmeier danê nîvro bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.

 

Berî ku civîna navbera her du aliyan dest pê bike, Steinmeier bê mêvanê sifreya kurdewarî û xwarinên wek kifte û dolme yên kurdî xwarin.

 

Peyamnêrê me Hêvîdar Ehmed li cihê civînê ragihand: “Pêş destpêkirina civîna navbera Nêçîrvan Barzanî û Frank Walter Steinmeier ku li ofîsa serokwezîrtiyê li Hewlêrê birêve çû, xwarina kurdewarî hatibû amadekirin û ji wan jî kifte û dolme yên kurdî hatibûn çêkirin.”

 

Hêvîdar Ehmed got, dema ku şanda almanî gihîşti cihê civînê, dema firavûnê, (xwarina nîvro) bû.

 

Berî ku bi Nêçîrvan Barzanî re bicive, Wezîrê Derve yê Almanya bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civiyabû.

 

Frank Walter Steinmeier duh şev bi rêya balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê gihîştibû Kurdistanê.

 

Berî serdana xwe y abo Kurdistanê, Steinmeier serdana Iraqê jî kiribû û li Bexdayê bi rayedarên iraqî re hevdîtin pêk anîbûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst