Germiyan (Rûdaw)- Çavkaniyekê ji Dozgeriya Giştî ya Germiyanê avakirina komîteyekê ji bo lêkolînê li ser bûyera kuştina rojnamevan Kawe Germiyanî red kir.
Çavkaniyekê ji Dozgeriya Giştî ya dervar Germiyanê ya Başûrê Kurdistanê ji Rûdawê re got “Ti komîteyek ji bo lêkolînê di bûyera kuştina Germiyanî de bike, nayê avakirin, ji ber ku dadgeh dê lêkolînê di bûyerê de bike û bişopîne”.
Her derbarê bûyera kuştina Kawe Germiyanî de, îro hejmarek rojnamevan digek Îdareya Germiyanê civiyan.
Berpirsê ofîsa Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê li Germiyanê Aram Îkram ji Rûdawê re ragihand “Îdareya Germiyanê gotiye ku ewê hemû hewlan ji bo ku girtina kujerên Kawe Germiyanî û darizandina wan bide.”
Roja pêncşemê li bajarokê Kelar ê ser bi devera Germiyanê, çend çekdaran avêtin ser mala sernivîksarê kovara Rayell û peyamnêrê rojnameya Awêne Kawe Germiyanî û ew dan ber guleyan.
Kawe Germiyanî li nexweşaneyê jiyana xwe ji dest da.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse