Nasnameya 3 gerîlayan hat eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên 3 gerîlayên ku li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye eşkere kirin.

HPGyê diyar kir ku gerîlayên bi nasnavên Canşêr, Demhat û Şerger 12ê Îlona 2020î “di encama êrişeke dijmin” de canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên her 3 gerîlayan bi vî rengî ne:

Canşêr Arnos: Navê wî yê fermî Sedat Atilgan e û ji Wana Bakurê Kurdistanê ye.

Demhat Licê: Navê wî yê fermî Mîran Şahînlî ye û ji Ameda Bakurê Kurdistanê ye.

Şerger Amed: Navê wî yê fermî Hasan Oz e û ji Ameda Bakurê Kurdistanê ye.

HPGyê da zanîn ku Canşêr Arnos 2014an, Demhat Licê 2015an û Şerger Amed jî 2017an berê xwe daye çiyayên Kurdistanê.