Hatîmogullari: Qeyûm dizîna îradeya gelê Kurd e

08-11-2024
Nîşan Amed Qeyûm DEM Partî Tulay Hatîmogullari
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê got, “Qeyûm dizîna îradeya gelê Kurd û dizîna îradeya hemû gelên din e.”

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 4ê Çiriya Paşîn bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan qeyûm daniye ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê ku di destê DEM Partiyê de bûn.

Parêzgarê Mêrdînê Tuncay Akkoyun li şûna Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk hat tayînkirin.

Hevseroka Şaredariya Êlihê Gulistan Sonuk ji kar hat dûrxistin û Parêzgarê Êlihê Ekrem Canalp bû qeyûm.

Her wiha Hevserokê Şaredariya Xelfetiyê Mehmet Karayilan ji kar hat dûrxistin û Qaymeqamê Xelfetiyê Hakan Başoglu bûye qeyûm.

Gelê Kurd ji wê rojê ve bi protesto û çalakiyan qeyûman şermezar dike.

DEM Partiyê îro jî Amed, Wan, Bazîd, Gever û Sîlopiyayê çalakiyên protestoyê li dar xistin.

Li Amedê bi hezaran kes li dijî qeyûman li hev kom bûn û wan tayînkirina qeyûman şermezar kir.

“Qeyûm tê wateya derbeyê”

Hevseroka Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari li Amedê axivî.

Tulay Hatîmogullari got, “Qeyûm tê wateya derbeyê” û li pey çû:

“Qeyûm xesp e. Qeyûm dizîna îradeya gelê Kurd û dizîna îradeya hemû gelên din e.

Qeyûm dizîna îradeya Tirk, Kurd, Ereb, Çerkez û Lazên li Esenyurtê ye. Qeyûm li Mêrdînê xespkirina mafên Tirk, Ermenî, Suryanî û gelê Kurd e .

Qeyûm li Êlihê xespkirina mafê gelê Kurd e. Li Xelfetiyê zeftkirina mafên Tirkmen û Kurdan e.

Bi giştî qeyûm di serî de gelê Kurd, dizîna mafê hilbijartin û hilbijirînê yê hemû aliyên mixalefetê yên li Tirkiyeyê ye.

Cihê qeyûman di destûrê de nîne. Qeyûm karekî neyasayî ye. Niha ev desthilat bi danîna qeyûman tawanê dike.

Qeyûm hem li derveyî destûrê û hem jî li derveyî peymanên navneteweyî ye ku Tirkiye jî aliyekî wan e û qeyûm li derveyî hiquqa Ewropayê ye jî.

Qeyûm, bi wateyeke din çetebûn û dizî ye.”

“Ew naxwazin gel li kêleka hev rawestin”

Serokê Şaredariya Esenyurtê Ahmet Ozer 30ê Çiriya Pêşîn bi hinceta “endamtiya PKKyê” hat girtin û li şûna wî qeyûm hat danîn.

Hevseroka DEM Partiyê bi bîr anî ku CHP û DEM Partiyê ji bo Şaredariya Esenyurtê tifaq kiribû û got:

“Ew naxwazin Kurd û Tirk bên kêleka hev, ew naxwazin gel li kêleka hev rawestin.

Ew êdî dixwazin ku qeyûman deynin ser şaredariyên li rojavayê (mebesta wê Tirkiye ye) jî û dixwazin çoka hemû mixalifan deynin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro danîna qeyûman parastibû û gotibû “Ez daraza ku bûye sedema tayînkirina qeyûman pîroz dikim.”

“Erdogan li xwe mikur tê”

Tulayê bersiv da van gotinên Erdogan jî û got:

“Bi vî awayî li xwe mikur tên ku qeyûm bi destê darazê hatine tayînkirin.

Cezayê teqezbûyî yên serokên şaredariyên me nîne.

Em dizanin hûn ji bo yên ku dozên wan nînin dozan diafirînin.

Tayînkirina qeyûman li derveyî yasayan e.

Pîrozkirina Erdogan a darazê nîşaneya wê ye ku Sarayê (Qesra Erdogan) daraz ji xwe re kiriye kopal.

Gel dê berdewam bike ku qeyûm û AKPyê li Kurdistanê bike partiyan tabeleyan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst