Li Xarpêtê erdhej çêbû
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 5,0 pileyan çêbû.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) da zanîn ku erdhejê saet 17:04an rû daye.
Li gorî agahiyên AFADê, kûrahiya erdhejê 16,22 kîlometre ye.
Parêzgarê Xarpêtê Numan Hatîpoglu piştî erdhejê bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî got:
“Lêkolînên me berdewam dikin, heta niha agahiya rewşeke neyînî nehatiye ji me re.”