Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê ragihand ku bi armanca protestokirina tayînkirina qeyûman dê li 5 bajaran bi dirûşma “Ne Qeyûm, Demokrasî” xwepêşandanan bikin.
Ofîsa Ragihandinê ya DEM Partiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi armanca protestokirina qeyûman ew dê li parêzgehên Amed û Wanê û li navçeyên Bazîd, Gever û Silopiyayê xwepêşandanan bikin.
Hat ragihandin ku Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari dê li Amedê, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir li Geverê û Parlamenterê Agiriyê yê DEM Partiyê Sirri Sakik jî li Bazîdê amade bin.
Li gorî bernameya DEM Partiyê îro:
Amed saet 14:00an li Deriyê Çiyê
Wan saet 14:00an li ber avahiya DEM Partiyê
Bazîd saet 13:00an li ber avahiya DEM Partiyê
Gever saet 13:00an li ber avahiya DEM Partiyê
Silopiya saet 14:00an li ber avahiya DEM Partiyê
4ê Mijdara 2024an bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê qeyûm tayînî şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê hatin kirin û nerazîbûna xelkê û DEM Partiyê heta niha jî didome.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse