Li Mêrdînê 3 kes hatin desteserkirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Artuklu û Qoserê yên parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê 3 kes hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê doh li taxa Xincikanê ya navçeya Artukluyê ya Mêrdînê bi ser malekê de girt û welatiyê bi navê Dogan Şîmdî desteser kir.

Her wiha li navçeya Qoserê jî bi ser çend navnîşanan de girt û welatiyê bi navê Suleyman Kahraman û  zarokekî bi navê E.O. desteser kir.

Polîsan kesên desteserkirî birin Birêvebiriya Ewlehiyê ya Mêrdînê.

Hat ragihandin ku zarokê 17 salî yê bi navê E.O. ku di dema desteserkirinê de rastî tundûtûjiya polîsan hatiye piştî karûbarên îfadeyê hatiye berdan.

Karûbarên yasayî yên her du kesên din ên desteserkirî berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst