Li Silopiyayê agir bi malekê ket: 7 kes di hundir de man
Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Silopiyayê ya parêzgeha Şirnexê agir bi malekê ket.
Li navçeya Silopiyayê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ji ber sedemeke nediyar agir bi malekê ket û bandor li 7 kesan kir ku 5 ji wan zarok in.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.
Tîmên berpirsyar mudaxeleya agir kiriye û ji nav malê 7 kes derxistine ku dûmanê bandor li wan kiriye.
Piştî mudaxeleya destpêkê tîman her 7 kes birin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopyayê.
Tîmên agirvemirandinê agir kontrol kir lê mal bi temamî têk çûye.