Rûniştina doza kuştina Narîn Guranê di roja duyem de didome

08-11-2024
RÛDAW
Nîşan Narîn Guran Doza Kuştina Narînê Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûniştina yekem a doza kuştina Narîn Guranê di roja duyem de li 8emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê didome.

Roja yekem a rûniştina doza kuştina Narîn Guranê doh nêzîkî 14 saetan berdewam kir.

Narîn Gurana 8 salî li gundê Çûliyê yê navçeya Rezanê ya parêzgeha Amedê bi awayekî hovane hatibû kuştin.

Roja duyem a rûniştina dozê îro saet 09:00an careke din dest pê dike û dê tohmetbar werin guhdarkirin.

Di rûniştina doh de her çar tohmetbar û 2 şahid hatin guhdarkirin û tohmetbaran îdiayên li ser xwe red kirin.

Li gorî îdianameya Serdozgeriya Komarê ya Amedê tohmetbarên girtî apê Narînê Salîm, dayîka wê Yuksel, birayê wê Enes û cîranê wan Nevzat Bahtiyar bi “bi hevkarî kuştina zarokan” tên tohmetbarkirin û ji bo wan cezayê heta hetayê tê xwestin.

Derbarê 22 kesan de biryara “bi zorê anînê” hatiye dayîn.

8emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ji bilî 4 kesên girtî biryar daye 22 kesên din jî ku berê di dosyeyê de îfade dabûn bi zorê ji bo rûniştinê werin birin.

Di nav wan 22 kesan de bavê Narînê Arif Guran jî wekî “gilîdar û kesê ku ji bûyerê zerear dîtiye (muştekî)” dê li hola dadgehê amade be.

50 baroyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi serpereştiya Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê li hola dadgehê amade ne û dozê dişopînin.

Hejmareke zêde ya parlamenterên DEM Partiyê û nûnerên saziyên sivîl jî beşdarî doze dibin.

Li ser navê CHPyê jî Cigîrê Serok Asu Kaya û Parlamenterê Amedê yê CHPyê Sezgîn Tanrikulu doz şopand.

Her wiha berpirsên Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyeyê jî li hola dozê amade bûn.

Çi bûbû?

Narîn Gurana 8 salî, 21ê Tebaxa 2024an li gundê Çilûyê yê navçeya Rezanê yê Amedê “winda” bûbû û 8ê Îlonê termê wê di çemê nêzîkî gund de hatibû dîtin.

Ji wê demê ve Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê bûyerê de lêpirsînek dabû destpêkirin.

Li gorî rapora bijîşkiya dadî, Narîn Guran hatiye xeniqandin.

Her wiha tê gotin ku şirika di dema xeniqînê de ji devê Narînê derketiye bi destê mamê wê Salîm Guran ketiye û ji wir bi kursî û dîreksiyona otomobîlê ketiye.

Hatiye tespîtkirin, ji ber ku term xera bûye derbarê dema mirina wê de zanyarî nikarin werin dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst