EFRÎN – Jinekê ji ber tirsa çekdaran canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) – Li gundekî nahiyeya Bilibilê ya herêma Efrînê, pîrejineke Kurd bi kul û kesera mal û darzeytûnên xwe yên talankirî jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyeke nêzîkî malbata derbarê wê jinê de zanyarî dan Rûdawê.

Melek Xelîl Îbo jinebiyeke Kurd a xelkê Efrînê bû. Piştî dagîrkirina Efrînê koçberî navçeya Şehbayê bûbû.

Piştî nêzîkî 4 salan ji koçberiyê, havîna 2022yan vegeriyabû gundê xwe Elî Caroyê.

Gundê Elî Caroyê, yan jî gundê Jarê 5 kîlometreyan li başûrê rojhilatê nahiyeya Bilbilê ye.

Melek Xelîl Îbo ji ber ku fermandarekî çekdarên opozisyona Sûriyeyê dest danîbû ser mal û darzeytûnên wê, ew ji neçarî li mala xizmên xwe dima.

“Jina Kurd rastî gefên çekdaran hat”

Berdevka Rêxistina Mafên Mirovan Efrînê Leman Xelîl ji Rûdawê re got:

“Jinebiya Kurd rastî gefên çekdaran hatibû û ji tirsê rewşa wê ya tendirûstî têk çûbû û paşê jiyana xwe li nexweşxaneyê ji dest da.”

Melek Xelîl Îbo 63 salî bû û 7 zarokên wê hebûn.

Hevjînê wê Menan Îbrahîm 8 salan berî niha jiyana xwe ji dest dabû.

Berpirsê aboriya lîwaya Siqûr el-Şemalê Esmer dest daibû ser mal û zeviya wê ya zeytûnan.

Wê 6ê Çiriya Paşîn bi celteya mejî jiyana xwe ji dest da.

Berî jiyana xwe ji dest bide, jinebiya Kurd qewêtiya xwe kiribû ku cenazeyê wê bibin mala wê.

Bi hewlên rûspiyên gund fermandarê ku dest daniye ser mala wê destûra da ku termê wê bibini malê wê.

Lîwaya Siqûr el-Şemal 

Lîwaya Siqûr el-Şemal  beşek ji Artêşa Niştimanî ya mixalefeta Sûriyeyê ye.

Sala 2012an li Cebel el-Zawiyeyê li herêma Îdlibê hatiye damezirandin û fermandarê wê Hesen Hac Elî ye.

Ew xelkê gundê Kensefre yê parêzgeha Îdlibê ye.

2500 çekdarên wê lîwayê hebûne û beşdarî dagîrkirina Efrînê bûy û çekdarên wê hejmarek gundên Mabata, Bilbilê û Raco kontrol dikin.

Çavkaniya taybet bi Rûdawê da zanîn ku li gundê Elî Caro, çekdar û erebêm Hawirde wekî xwediyên gund tevdigerin û mal û mizgeftan ji xwe re li nav gund ava dikin.

Nişteciyên resen ên gund jî pir hindik di nav wan de xuya dikin.