Li Bedlîsê demsala berhevkirina fistiqên tamandî dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundên navçeyên Bedlîsê demsala berhevkirina fistiqên hatine tamandin dest pê kir.

Li çiyayên navçeyên Xîzan û Mutkiyê yên parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê berhemê fistiqên darên ku berê kizwan bûn dilê cotkaran xweş kiriye.

Cotkar Sidik Uzen anî ziman:

“Me dest bi berhevkirina fistiqan kiriye. Berê ev darên kizwanan bûn, me hemû tamandin (aşikirin) û kirin darên fistiqan.

Piştî 3-4 salan êdî daran ber girt. Piştî daran ber girt her sal vê demê em dest bi berhevkirinê dikin û difiroşin.”

Di encama projeya bi navê “Nav Ji Sêrtê û Tamandin li Bedlîsê”, li gundên Bedlîsê dest bi tamandina darên kizwanan hatiye kirin. Ew her sal li gundekî vî karî dikin.

Ji ber ku fistiqên Sêrtê li navçeyê bi tama xwe navdar in ew tirhên ji bo tamandinê ji wir tînin.

“Tama fistiqên me gelekî xweş e”

Cotkar Sidik Uzen got:

“Li vir jî hewaya başûrê rojhilat serdest e. Em nêzîkî bajarê Sêrtê ne, em şitlên tamandinê ji wir tînin. Tama fistiqên me gelekî xweş e.”

Li gorî amarên Rêveberiya Çandinî û Daristanan a Bedlîsê, sala 2022yan nêzîkî 5 hezar darên fistiqan ên hatine tamandin û berhem didan hebûn.

Par berhemê wan 14 ton bûye, tê pêşbînîkirin ku îsal 15 ton fistiq berhem bidin.