Kolberek hat kuştin û 7 kolber jî birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Kolberekî xelkê Seqizê di encama teqeya hêzên pasevanên sînor ên Îranê de canê xwe ji dest da û herwiha 7 kolberên din jî li sînorên Newsûdê birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên xwecihî, şevê din hêzên pasevanên sînor ên Îranê li navçeya Hengejal a li ser sînorê bajarê Baneyê gule berdan hejmareke kolberan.

Di encamê de kolberekî bi nave Azad Sitarpenah ê 43 salî yê xelkê gundê Dereziyarta Jûr ê Seqizê hat kuştin.

Herwiha kolberekî din bi navê Siracedîn ê xelkê gundê Derepenbedan ê Seqizê bi dijwarî birîndar bû.

Li aliyekî din, li sînorê parêzgeha Kirmaşanê di encama teqeya hêzên pasevanên sînor ên Îranê de 6 kolber birîndar bûn.

Her şeş kolber xelkê bajarê Selasî Bawecaniyê yê parêzgeha Kirmaşanê ne û ji bo dermankirinê rakirine Nexweşxaneya Qudsê ya bajarê Paweyê.

Li gorî zanyariyan, birîna hinek ji wan kolberan dijwar e.

Li aliyê din roja 24ê Çiriya Pêşîn jî kolberek bi nave Muhsin Ebdullahî yê 35 salî yê xelkê gundê Kanîberdê yê Baneyê bi sedema guleberdana hêzên Îranê hatibû kuştin.

Herwiha roja 18yê heman mehê jî li sînorê bajarê Merîwanê yê parêzgeha Sineyê, hêzên pasevanên sînor ên Îranê teqe li hejmarek kolber kiribûn.

Di encama wê êrişê de jî kolberekî 34 salî bi navê Ferîd Wetenî Resûl û xelkê gundê Neşkaş ê Merîwanê canê xwe ji dest dabû.

Li gorî rapora Kolber Newsê, di şeş mehên destpêkê yên îsal de 13 kolber li navçeyên sînorî yên parêzgehên Urmiye, Sine û Kirmaşanê bi sedemên cuda canên xwe ji dest daye û 72 kolber jî birîndar bûne.

Cîgirê Fermandarê Polîsê Îranê Qasim Rizayî 22yê Çiriya Pêşîn di serdanekê de li bajarê Paweyê yê Kirmaşanê got:

“Kolberî karekî ne yasayî ye li ser sînoran, hêzên pasevanên sînor ên Îranê dê rûbirûyê wî karî bibin."