Îsraîlê ji Amerîkayê 200 ‘dronên kamîkaze’ xwestin
Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîlê dixwaze ji Amerîkayê 200 dronên cureya "Sustali 600" ku wekî "dronên kamîkaze" jî tên zanîn, bikire.
Li gorî nûçeya KAN a têlevîzyona hikûmetê, Îsraîlê ji Amerîkayê 200 dronên cureya "Sustali 600" xwestin.
Di nûçeyê de hat gotin ku bi dronên navborî ve kamerayên pêşketî hene, teqemenî lê tê barkirin û ji dronên nêzîk agahiyê distîne, menzîla wan 40 kîlomêtre ye û 40 deqîqeyan li hewa dimîne.
Ew cureya dronan wekî "dronên kamîkaze" jî tên naskirin.
Amerîka û Îsraîlê hîn jî derbarê mijarê da tu daxuyanî nedaye.