Îsraîlê ji Amerîkayê 200 ‘dronên kamîkaze’ xwestin

08-11-2023
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Amerîka Dron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîlê dixwaze ji Amerîkayê 200  dronên cureya "Sustali 600" ku wekî "dronên kamîkaze" jî tên zanîn, bikire.

Li gorî nûçeya KAN a têlevîzyona hikûmetê, Îsraîlê ji Amerîkayê 200 dronên cureya "Sustali 600" xwestin.

Di nûçeyê de hat gotin ku bi dronên navborî ve kamerayên pêşketî hene, teqemenî lê tê barkirin û ji dronên nêzîk agahiyê distîne, menzîla wan 40 kîlomêtre ye û 40 deqîqeyan li hewa dimîne.

Ew cureya dronan wekî "dronên kamîkaze" jî tên naskirin.

Amerîka û Îsraîlê hîn jî derbarê mijarê da tu daxuyanî nedaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst