Geşteke dîrokî: Li Keleha Hewlêrê nivîsên bizmarî hatin dîtin

08-11-2023
Dilniya Rehman
Kolandina li Kela Hewlêrê/Wêne: Rûdaw
Kolandina li Kela Hewlêrê/Wêne: Rûdaw
Nîşan Keleha Hewlêrê Kolandin Nivîsên Bizmarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di kolandinên li Keleha Hewlêrê ya dîrokî de perçeyên bi nivîsên bizmarî hatin dîtin

Enstîtuya Fransî ya Rojhilata Nêzîk û Beşa Şûnwarî ya Keleha Hewlêrê ve bi hev re dîrokî xebatên arkeolojîk dikin.

Di encama kolandina 45 rojan de li keleha dîrokî gelek nivîsên bizmarî hatin dîtin.

Berpirsa Şûnwarnasiyê ya keleha Hewlêrê Hêja Zahir ji Rûdawê re axivî û got, “Me perçeyên pir baş dîtin. Me avahiyên serdema Osmaniyan jî dîtin.”

Parçeyên dîrokî yên di kolandinê de tên dîtin dibin Enstîtuya Fransî ya di nav kelehê de.

Li ser van parçeyan nivîsên bizmarî hene û bermahiyên herî girîng ên hatine dîtin e ku dîroka wan vedigere 500 sal beriya zayînê û serdema Babîla Nû.

Birêvebirê Enstîtuya Fransî ya Rojhilata Nêzîk Georges Maumaris yek ji nivîsên bizmarî nîşanda û wiha axivî:

“Yek ji vedîtinên herî balkêş vedîtina perçeyek nivîsên bizmarî ye.

Li Mezopotamyayê di vedîtinan de behsa Hewlêrê tê kirin lê ev cara yekem e ku perçeyek wiha li keleha Hewlêrê tê dîtin.

Li ser vê perçeyê nivîs heye û dîroka wê vedigere hezarsaliya duyemîn a beriya zayînê.

Niha em hewl didin bizanibin bê ka behsa çi dikin. Lê belê ev parçeya yekem e ku li Hewlêrê hatiye dîtin, ku ji bo yekem demsala kolandina me gelek balkêş e

Em dizanin ku li dora keleha Hewlêrê dîwarekî me heye.

Niha em tebeqeya duyemîn a dîwarê ku Kela Hewlêrê dorpêç kiriye û dîroka wê vedigere hezarsala yekem an duyemîn berî zayînê vedikolin.”

Di kolandinên ku li kelehê hatin kirin de gelek bermahiyên ku di nav wan de hestî jî hebûn hatin dîtin.

Mesrefên tespîtkirina van hestiyan ku yên çi ne gelek giran e.

Li gorî plansaziya sereke ya beşa arkeolojiyê ya kelehê, ji bo kolandinê heft qad hatin diyarkirin.

Di kolandinê dikarin heta 4 metreyan dakevin kûrahiyê.

Endamê tîma kolandinê mamosteyê fakulteya Zanîngeha Soranê Omer Ehmed got, “Ji wêneyên satelîtê, me diyar kir ku meclîsa kevin a kelehê li vir e.”

Duyemîn kolandina li kela Hewlêrê dê di meha Nîsana sala bê de dest pê bike.

Li Keleha Hewlêrê herî dawî di sala 2015an de kolandin hatibû kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst