Li Erdexanê berf bariya

08-11-2023
RÛDAW
Nîşan Erdexan Barîna Berfê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi daketina pileya germê re li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê berf bariya.

Li Erdexanê doh berf bariya û li cihên bilind erd spî bû.

Herwiha rêya sereke ya Erdexan û Ardanuçê hat girtin ku Erdexanê bi Herêma Deryaya Reş ve girê dide.

Otomobîl li ser wê rêyê di çûn û hatinê de rûbirûyî zehmetiyan bûn.

Li çend navçeyên Erdexanê jî rêyan qeşa girt û dem bi dem mij çêbû. Mija zêde jî bandorek neyînî li trafîkê kir.

Li gor Keşnasiya Tirkiyeyê êvara Sêşemê li parêzgeha Erdexanê germa di navbera 0-9 pileyên silîzî de ye.

Herwiha tê çaverêkirin roja Çarşemê jî germa di navbera bin sifrê 4 heta 11 pileyan de be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst