Li Girgumê şerê du malbatan: Yek jê pitik 7 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dulkadiroglu ser bi parêzgeha Girgumê (Mereş) ya Bakurê Kurdistanê di navbera du malbatên cîran de şerê bi çekan derket û di encam de yek jê pitik 7 kes birîndar bûn.

Li Taxa Yahya Kemal a Dulkadiroglu ser bi Girgumê derengê şeva borî ji ber sedemek ne diyar di navbera du malbatên cîran de alozî derketin û piştre bû şerê bi çekan. Di bûyerê de yek jê pitik 7 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin. Hêzên ewlekariyê derdora cihê bûyerê girtin û birîndar bo nexweşxaneyên navçeyê hatin veguhestin.

Hatiye ragihandin ku polîsan derbarê bûyerê de dest bi lêpirsînê kirine û du kes desteser kirine. Li gor agahiyan herdû kesên desteserkirî bo Rêveberiya Ewlekariyê hatine birin.