Xwendekarê xelkê Duhokê yê li Îranê hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da

08-11-2022
RÛDAW
Beşar Fayeq, ku li bajarê Ehwazê yê Îranê di encama êrîşa bi kêrê de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da.
Beşar Fayeq, ku li bajarê Ehwazê yê Îranê di encama êrîşa bi kêrê de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xwendekarê xelkê Duhokê yê bi navê Beşar Fayeq, ku li bajarê Ehwazê yê Îranê di encama êrîşa bi kêrê de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da. Bavê Beşar ji bo ku termê kurê wî vegerîne bajarê wî, ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza alîkariyê dike.

Xwendekarê Kurd Beşar Fayeq ê 21 salî ku xelkê qezaya Berdereş ê Duhokê ye, fakulteya Bijîşkî ya zanîngeha Şapûr a bajarê Ehwazê li parêzgeha Xuzistanê ya Îranê xwendekar bû 3yê Mijdara 2022yan li nêzîkî zanîngehê  ji aliyê çar kesan ve bi kêrê hat birîndarkirin.

Beşar Fayeq ku bi giranî birîndar bibû ev 5 rojan bûn li nexweşxaneyê dihat dermankirin û di bin çavdêriya awarte de bû.

Bavê Beşar, Fayeq Ehmed ji Rûdawê re ragihand ku kurê wî li nexweşxaneyê di beşa lênêrîna giran de dihat ragirtin û tevî 4 emeliyatan î îro danê sibê derdora demjimêr 06:00ê jiyana xwe ji dest da.

Fayeq Ehmed anî ziman ku kurê wî ji bilî xwendina xwe tiştek nedikir û ti caran jî tevlî ti bûyeran nebûye, beşdarî di xwepêşandanan de jî nekiriye û ti pirsgirêkên wî bi kesî re jî nemabû. Fayeq Ehmed ji bo ku termê kurê xwe bibe Duhokê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkarî xwest.

Beşar Fayeq ligel malbata xwe li navçeya Berdereş a Duhokê dijiya û du sal berê karî bû mafê xwendina tipê li Ehwazê bidest bixe.

Fayeq roja 3ê Mijdarê li parkeke nêzîkî zanîngehê ji aliyê 4 kesên ku rê li ber girtibûn rastî êrîşa bi kêran hat. Piştî ku êrîşkaran Fayeq ji 7 cihan derb kirin, pere û telefona wî jê standin û cihê bûyerê reviyabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst