Li Wanê di doza KCDê de 108 sal û 4 meh cezayê girtîgehê hat dayîn
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bo 17 kesên ku di çarçoveya doza Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de dihatin darizandin bi giştî 108 sal û 4 meh cezayê girtîgehê hat dayîn.
Di sala 2019ê di çarçoveya lêkolîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de li parêzgeha Wanê derbarê 19 kesan de doz hatibû vekirin û ev 3 sal in proseya darizandinê berdewam dikir.
Îro 8ê Mijdara 2022ê rûniştina wê dozê li 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hat kirin û parêzerên kesên ku dihatin darizandin li dadgehê amade bûn.
Di parastona xwe de her 19 kesan û parêzeran wan diyar kirin ku Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ne rêxistineke çekdarî ya terorê ye lê weke Saziyeke Civaka Sivîl hatiye damezrandin, darizandina wan ne hiquqî ye û daxwaza bereetê kirin.
Piştî parastinan şanda dadgehê biryara xwe ya derbarê dozê de eşkere kir û bi giştî 108 sal û 4 meh cezayê girtîgehê da 17 kesên dihatin darizandin. Herwiha derbarê 2 kesên din de jî biryara bereetê da.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) wek Sazieyeke Civaka Sivîl di 30ê Cotmeha 2007ê de li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê hatiye damezrandin. Hevserokên wê yên yekem Yuksel Genç û Hatîp Dîcle bûn. Lê di doznameya Koma Civakên Kurdistanî de (KCK) de tê îdiakirin ku “peywendiya wê ligel PKKê” heye. Hevserokên daîmî yên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tugluk û Ahmet Turk in.