Parêzerên dosyeya Jîna Emînî: Destûr nadin em dosyeyê bibînin

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzerên dosyeya Jîna Emînî ragihandin, heta niha destûr nedane wan dosyaya Jînayê bibînin û dezgeha dadweriya Îranê jî bersiva îtîraza wan a li ser rapora pizîşkiya dadê ya Îranê nedaye.

Serokê tîma parêzerên malbata Jîna Emînî, D. Salih Nîkbext îro Sêşembê 8ê Mijdara 2022an di daxuyaniyekê de ragihand, wan çend caran daxwaz kiriye ku dosyeya Jîna Emînî bibînin, lê heta niha destûr nedane wan û ew nikarin dosyayê bibînin.

Di daxuyaniyê de tê gotim, wan li ser rapora pizîşkiya dadê ya Îranê ya derbarê canjidestdana Jîna Emînî îtîraz kiriye û daxwaza avakirina komîsyonek bi beşdariya hejmarek pizîşkên pispor û pêbawer kirine, lê heta niha daxwaza wan nehatiye pejirandin.

Jîna Emînî, keça Kurd a 22 salî roja 13ê Îlonê li Tehranê ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Îranê bi tohmeta cilûbergên wê li gor hîcaba îslamê nînin, hatibû desteserkirin û piştî ku bo nexweşxaneyê hatibû veguhestin, di 16ê Îlonê de canê xwe ji dest dabû.

Pizîşkiya Dadê ya Îranê di rapora xwe ya derbarê canjidestdana Jîna Emînî de ragihandibû ku ew keça 22 salî ya Kurd berê nexweşî pê re hebûye û ji ber wê nexweşiya xwe canê xwe ji dest daye, lê malbata Jîna Emînî wê raporê red dikin û dibêjin, Jîna di dema desteserkirinê de hatiye kuştin.