AMED - Li dijî ofîsa DEVAyê êrîş pêk hat

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Licê ya Amedê duh bi şev bi kokteylmolotofê êrîşî avahiya DEVA Partiyê hatiye kirin.

Serokê Şaxa Amedê ya DEVA Partiyê, Cîhan Ulsen di peyamekê de li ser twîttera xwe amaje bi êrîşê kiriye û ragihandiye, avahiya ofîsa wan a li navçeya Licê ya Amedê duh bi şev rastî êrîşekê hatiye.

Di encama êrîşa kesekî yan kesên nenas de agir bi hundirê avahiyê ket û camên avahiyê xisar dîtin.

Serokê teşkîlata DEVA Partiyê ya li Amedê Cîhan Ulsen diyar kiriye ku şewata li qehwexaneya li kêleka avahiya wan bi midaxeleya welatiyan hat vemirandin.

Derbarê êrîşê de Serokê Şaxa Amedê ya DEVA Partiyê, Cîhan Ulsen daxuyaniyek nivîskî jî belav kir.

Daxuyanî bi sernava "Em êrîşa li dijî avahiya navçeya xwe ya Amedê bi tundî şermezar dikin", hatiye belavkirin û têde tê gotin, “Duh bi şev ji aliyê kes an jî kesên nasnameya wan nediyar ve bi molotofê êrîşî avahiya Navçeya Licê ya Amedê ya Partiya DEVA (Demokrasî û Pêşketinê) hatiye kirin. Di encama êrîşê de camên avahiya navçeya me xisar dîtin, şewat beriya ku mezin bibe bi saya welatiyên me yên li qehwexaneya li kêleka avahiya navçeya me hat vemirandin.”

Partiya DEVAyê êrîşê şermezar dike û bang li hêzên ewlekariyê dike û dibêje, “Em vê êrîşa li dijî avahiya navçeya xwe weke êrîşa li dijî demokrasiyê dibînin û bi tundî şermezar dikin. Em ji hêzên xwe yên ewlekariyê hêvî dikin ku berpirsên vê êrîşa li ser partiya me û demokrasiyê di zûtirîn dem de eşkere bikin û dadgehî bikin.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin, “Yên ku difikirin li her derê Tirkiyê bi êrîşeke wiha dikarin endamekî rêxistina Partiya DEVAyê bitirsînin, divê bizanibin ku ev yek nayê wateya tiştekî. Vê, berovajî vê yekê berpirsiyarî, heyecan û wêrekiya kadroyên Partiya DEVAyê zêde kiriye.

Ev êrîşa li ser me; bi bîr xist ku ji bo Tirkiyeyeke demokratîk, piralî, beşdar û azadîxwaz di zûtirîn dem de xebateke xurttir bê meşandin da ku bûyerên bi vî rengî ne tenê li Licê, li ti deverên din ên Tirkiyeyê neqewimin. ”

Serokê teşkîlata DEVA Partiyê ya li Amedê destnîşan kiriye, Heta wê dema ku biker an jî kesên êrîşkar tên dîtin, ew dê mijarê bişopînin.