Amerîka daxwaz ji welatan kir malbatên DAIŞ vegerînin

08-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê, daxwaz ji hemû welatên ku hemwelatiyên wan li kampên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê ne, kir ku bi wan re hevkariyê bikin da ku hemwelatiyên xwe vegerînin.

Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê li ser Twitterê de ragihand ku şandek ji çend ajansên Amerîkî dawiya heftiya borî serdana Kampa Holê li bakurê rojhilatê Sûriyê kir.

Li gor daxuyaniya Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê ev serdan ji bo "goftûgokirina operasyonên vegerê" hat encamdan û behsa bi hezaran malbatên biyanî li Kampa Holê kir.

Şandeyê bi Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re, rêyên pêşkêşkirina alîkariyê û pêwîstiyên ewlehiyê li herêmê gotûbêj kirin.

Balyozxaneyê amaje bi wê yekê jî kir ku ew hemû welatên ku welatiyên kampên wan li bakurê rojhilatê Sûriyê hene, teşwîq dike ku ji bo çareseriyên mayînde bi wan re kar bikin.

Herwiha roja şemiya borî, şandeke Wezareta Derve ya Amerîka ku ji Ethan Goldrich, Cîgirê Wezîrê Derve, û tîmeke pispor di karûbarên sivîl û mirovî, karûbarên terorîzmê û derbiderkirina welatiyên biyanî pêk dihat, serdana bajarê Qamişlo kirin.

Şandeyê bi Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Darn Jia Kurd re hevdîtin pêk anî.

Goldrich di hevdîtinê de diyar kir ku ji bo pêkanîna bernameyên alîkariyên mirovî budçeyek taybet ji herêmê re hatiye veqetandin û ew ê piştgiriya ji bo kampên koçberên herêmê û girtîgehên Rêveberiya Xweser zêde bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst