Derbarê ‘girtiyên Badînan’ de biryar hat dayîn

08-11-2021
RÛDAW
Kongreya rojnamevanî ya Serokê Tîma Parêzerên Dosyeya `girtiyên Badînan`
Kongreya rojnamevanî ya Serokê Tîma Parêzerên Dosyeya `girtiyên Badînan`
Nîşan Girtiyên Badînan Dadgeha Temyîzê Balyozê Amerîkayê Mesûd Şingalî Herêma Kurdistanê Badînan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêrê îro `girtiyên Badînan` hatin dadgehîkirin û Serokê Tîma Parêzerên dosya “girtiyên Badînan” ragihand ku du ji girtiyan hatin azadkirin û du jî hatin cezakirin.

Berî niha dosyeya her yek ji wan tometbaran, Mesûd Şingalî, Şêrwan Teha, Karger Ebas û Bendewar Eyûb ji aliyê Asayişa Giştî ve bo dadgehê hatibû şandin.

Serokê Tîma Parêzerên Dosyeya `girtiyên Badînan` Beşdar Hesen di kongreyeke rojnamevanî de behsa dadgehîkirina wan girtiyan kir û got, “Dadgehê pişta xwe bi nameyeke Mesûd Şingalî ve girê da ku ji bo Balyozê Amerîkayê nivîsiye û tê de daxwaza piştgiriya bo civaka sivîl û rêxistinên NGO dike, nizanim di vê yekê de çi binpêkarî heye ku dadgehê di vê rûniştinê de pişt bi wê ve girê da.”

Beşdar Hesen eşkere kir, “Cezayê 3 sal û 6 meh zindanîkirinê bo Mesûd Şingalî, em şok kirin. Herwiha 2 sal û 6 meh ceza bo Şêrwan Teha jî hat dayîn ku hemû jiyana xwe di nav rêxistinan de derbas kiriye û peywendî bi partiyan nebûye û ev jî neyasayî ye ku hatiye hikûmkirin.”

Serokê Tîma Parêzerên Dosyeya `girtiyên Badînan` ragihand, Karger Ebas û Bendewar Eyûb, salek û 2 meh ceza li wan hatibû birîn, lê ji ber ku ew dem temam bû, biryara azadkirina herduyan hat dayîn.

Di beşeke din a axaftina xwe de Beşdar Hesen got, “Em li gel tîma parêzeran, heyama 30 roj e, îtîraz li wan belgeyan dikin û ew piştrast in ku Dadgeha Temyîzê bawerî bi wan belgeyên ku hatine pêşkêşkirin nabe.”

Mesûd Şingalî bi 3 sal û 6 meh zindanîkirinê hat cezakirin û bavê wî dibêje, “Hikûmkirina kurê min zilm e û têkelî mijareke siyasî hatiye kirin. Dibêjin, `name bo Balyozê Amerîkayê` nivîsiye, lê ev nayê wê wateyê ku Mesûd daxwaza pêkanîna xwepêşdanan ji xelkê bike û Herêma Kurdistanê têk bide. Ev kufir e, tenê dixwazim bizanim ew hikûmkirin çi ye! Neyasayî ye. Kurê min tiştek nekiriye. Zextê li kurê min dikin.”

Li gor gotina parêzeran, `girtiyên Badînan` ji Îlon û Cotmeha sala 2020 ve di zindanê de ne û li gor yasaya hejmar 21 a sala 2003 ya Parlamentoya Kurdistanê, ew girtî bi “têkdana asayiş, seqamgirî û serweriya sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê” tên tometbarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst