PAKê daxwaza demildest berdana Bayram Bozyel kir

08-11-2021
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Partiya Sosyalista Kurdistanê (PSK) Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Bayram Bozyel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) îro piştî ku Cîgirê Serokê Gistî yê Partiya Sosyalista Kurdistanê (PSK), Bayram Bozyel di operasyonekê de li Amedê hat desteserkirin, daxwaza “demildest berdana” wî kir.

Îro li Amed û 3 bajarên din polîsên Tirkiyê di operasyonekê de bi ser gelek malan de girtin û Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, berpirsên HDP, DBP û ESPê jî di nav de herî kêm 18 siyasetmedar û sendîkavan desteser kirin.

Serokê Giştî yê PAKê, Mustafa Ozçelîk derbarê desteserkirina Cîgirê Serokê Gistî yê PSKê de daxuyaniyek belav kiriye û têde desteserkirina Bayram Bozyel şermezar dike.

Mustafa Ozçelîk dibêje, “Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû endam û alîgirên PAKê desteserkirina Birêz Bayram Bozyel şermezar dikim.”

Ozçelîk desteserkirina Bozyel wek binpêkirina mafê azadiya ramanê û rêxistinê bi nav dike û dibêje, “Birêz Bayram Bozyel Cîgirê Serokê Gistî yê PSKyê ye, ew şiklê ku birêz Bozyel hatiye desteserkirin, şiklekî ne demokratîk e û binpêkirina mafê azadiya fikrî û rêxistinî ye.”

Serokê Giştî yê PAKê destnîşan dike, “Desteserkirina Birêz Bayram Bozyel nîşana bêtehamuliya li beramber doza Kurd û Kurdistanê ye” û bangewaziyê dike, ku” Bayram Bozyel divê demildest serbest bê berdan.”

Hasan Dagtekîn, ku ew jî Cîgirê Serokê Giştî yê PSKê ye, îro beriya nîvro têkildarî operasyonê û desteserkirina Bayram Bozyel ji Rûdawê re ragihand demjimêr 05.30ê sibeha îro, polîsan bi ser mala Bozyel de girtine û ew desteser kirine.

Dagtekîn da xuyakirin ku li ser sedema desteserkirina Bayram Bozyel ti zanyariyek bi wan nehatiye dayîn.

Li gor zanyariyên Rûdawê, jibilî Bayram Bozyel, hejmareke din a berpirsên partiyên siyasî, siyasetmedar û sendîkavan jî di nav de herî kêm 18 kes hatine desteserkirin.

Beşek ji wan kesên ku di çarçova operasyona vê sibehê de hatine desteserkirin: Cîgirê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel, ji teşkîlata HDPê ya Amedê Mehmet Asana, Şehmus Yavuz, Huseyîn Baran, Hevserokê HDPê yê Rezanê Nasir Yelter, rêveberên DBPê yên Amedê Mehmet Suslu, Alî Alkan, Yasemîn Akengîn, Hevserokê ESPê yê Amedê Erkan Keskîn, rêvebera sendîka SESê li Amedê Gulhan Tekîn, Hevseroka No 2 ya Egitim-Senê Arzu Koç, Endama Şaxa Jûra Endazyarên Makîne ya TMMOBê Arîn Zumrut, Hevserokê Şaxa Amedê ya Tum Bel- Senê Abdulbakî Ondeş û Endama Encûmena Dayikên Şemiyê Vesiye Yigit.

Her li gor zanyariyan ji bo kesên ku vê sibehê hatine desteserkirin, ji bo dema 24 demjimêran qedexeya hevdîtina li gel parêzeran hatiye danîn.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Tirkiyê Ajansa Anadoluyê jî belav kiriye ku navenda operasyona îro Amed bûye û jibilî Amedê, li bajarên Îzmîr, Antalya û Mêrdînê jî bi awayekî hevdem operasyon hatiye kirin û bi giştî li her çar bajaran 18 kes hatine desteserkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst