Li Kerkûkê di nav baregeha Heşda Tirkmenî de teqîn; Kuştî û birîndar hene

08-11-2021
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Teqîn Heşda Tirkmenî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li başûrê bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê ku niha di kontrola hêzên hikûmeta navendî ya Iraqê de ye, bombek di nav baregeha Heşda Tirkmenî de teqiya û li gor zanyariyên destpêkê di encama teqînê de kuştî û birîndar hene.

Peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê, Hîwa Husamedîn ragihand, îro serê sibehê bombek di nav baregeha Heşda Tirkmenî de li gundê Terkelanê yê li sînorê nahiyeya Yayçî teqiyaye.

Gundê Terkelan dikeve başûrê bajarê Kerkûkê û nêzîkî 10 kîlometreyan ji navenda bajarê Kerkûkê ve dûr e.

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir, dema ku çekdarên Heşda Tirkmenî bombe dîtine û xwestine ji cih rakin daku pûç bikin, di nav destê wan de li nav baregeha wan teqiyaye.

Hîwa Husamedîn peyamnêrê Rûdawê destnîşan kir, li gor agahiyan di encama teqînê de 2 çekdarên Heşda Tirkmenî hatine kuştin û 5 çekdarên din jî birîndar bûne.

Heşda Tirkmenî beşek ji Heşda Şeibî ya Iraqê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst