Partiyê Kurdistanî: Bayram Bozyel divê demildest bê berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Azadiya Kurdistanê (PSK), Partiya Demokrata Kurdistanl li Bakur (PDK-Bakur) Pêlkurd û Tevgerê ragihand ku Cîgirê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel divê demildest serbest bê berdan.

PSK, PAK, PDK-Bakur, Pelkurd û Tevgerê bi daxuyaniyeke hevbeş piştevaniya xwe ji bo Cîgirê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel nîşan da ku îro di operasyonekê de li Amedê hat desteserkirin.

Partî û tevgerên navborî daxwaza demildest berdana Bozyel dikin û dibêjin: “Em desteserkirina Cîgirê Serokê Gistî yê PSKê Bayram Bozyel şermezar dikin, em bi Birêz Bayram Bozyel re ne û divê demildest serbest bê berdan.”

Îro li Amed û 3 bajarên din polîsên Tirkiyê di operasyonekê de bi ser gelek malan de girtin û Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, berpirsên HDP, DBP û ESPê jî di nav de herî kêm 18 siyasetmedar û sendîkavan desteser kirin.

Li gor zanyariyan ji bo kesên ku vê sibehê hatine desteserkirin, ji bo dema 24 demjimêran qedexeya hevdîtina li gel parêzeran hatiye danîn.