Rêveberiya Xweser: Me ti navçe radestî rejîma Sûriyê nekirine

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Luqman Ehmê ragihand ku wan “ti navçe li bakur û Rojhilatê Sûriyê radestî rejêma Sûriyê” nekirine û nakin jî.

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Luqman Ehmê têkildarî rewşa li Rojavayê Kurdistanê û derbarê gotegotên têkildarî danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de daxuyanî da.

Luqman Ehmê ragihand ku niha di navbera wan û hikûmeta Sûriyê de diyalog nîni, lê ew ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ji diyalogê re amade ne ku mafên pêkhateyên li Rojavayê Kurdistanê û bakur Sûriyê biparêzin û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî wekî xwe bimîne.

Ehmê gotegoyên ku hinek navçeyên Rojavayê Kurdistanê radestî hêzên hikûmeta Sûriyê kirine red kir û got: “Di vê demê de t diyalog di navbera me û rejîmê de tune ne. Gotegotên derbarê radestkirina hin herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hêzên rejîmê re, ji rastiyê dûr in û dikevin çarçoveya şerê taybet ku li dijî pêkhateyên gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin.”

Bi gotina Ehmê hemû navçeyên ku di destê HSDê de bûn, hîn di destê wan de ne û hemû saziyên Rêveberiya Xweser li ser karê xwe ne.

Luqman Ehmê tekez jî kir, ew ji bo danûstandina li gel hemû aliyan ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê amade ne, ku mafên pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê biparêze.