Hevserokên HDPê pîrozbahî li Biden û Harris kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan û Mithat Sancar, bi helkefta hilbijartina wî wek Serokê Amerîkayê pîrozbahî li Joe Biden û cîgira wî Kamala Harris kirin.

Hevserokên HDPê di peyama xwe ya pîrozbahiyê de hêvî dikin siyaseteke etîk û aştiyane ya derve were peyrew kirin.

Di peyama Hevserokên Giştî yên HDPÊ de ku Ofîsa Ragihandinê ya wê partiyê belav kiriye, tê gotin: “Derencama hevrikeyeke dijwar a kampanya hilbijartinê û di jêr şert û mercên giran ên pandemiyê de hilbijartina we wek Serokê Amerîkayê em bi navê Partiya Demokratîk a Gelan we pîroz dikin. Herwiha hilbijartina Birêz Kamala Harris wek Cîgira Serok di dîroka Amerîkayê de wek serkeftineke girîng û xaleke werçerx dibînin.”

Hevserokên HDPê di peyama xwe de dibêjin: “Em hêvî dikin di polîtîkayên Amerîkayê de mijarên wek demokrasî, maf û azadiyên mirov, dadmendiya sosyoekonomîk, wekheviya zayendî, nêzîkbûneke ekolojîk bo guherîna keş û hewayê li pêş bin û siyaseteke etîk û aştiyane ya derve were peyrew kirin.”