Sûriyê dibêje 4 leşkerên Amerîkî hatin kuştin hevpeymanî jî red dike

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya Hesekê û Dêrezorê, di encama teqîna bombeyeke vedayî de, 4 leşkerên Amerîkî hatin kuştin. Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Wayne Marotto jî red dike leşkerên Amerîkî li wê deverê hatibin kuştin.

Medyaya fermî ya Sûriyê ragihand, ku 4 leşkerên Amerîka di encama teqîna bombeyeke vedayî de, li ser rêya Hesekê û Dêrezorê, li bajarokê Merkede hatin kuştin.

Li gorî heman çavkaniyan, hêzên Amerîka ew navçe dorpêç kirine, û balefirên Amerîkî li ezmanê navçeyê difirin.

Ji aliyê din ve Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Wayne Marotto jî li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û red kir leşkerên Amerîkî li herêma navborî hatibin kuştin.

Zêdetirî 904 serbaz, efser û rawêjkarên Amerîkî li rojavayê Kurdistanê hene, û zêdetir xwe weke rawêjkar didin nasîn, û rahênanê didin Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD).

Di operasyonên li dijî DAIŞê de, Amerîka çek, zirîpoş û otombîlên serbazî ji HSDê re dabîn dike.