Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Biden û Harris kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê arasteyî Biden û Harris kir û got, “Bi hêviya dirêjîpêdan û hemahengiya bihêz di navbera Amerîka û Kurdistanê de.”

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hejmara xwe taybet a Twitterê peyameke pîrozbahiyê arasteyî Joe Biden û cîgira wî Kamala Harris kir ku di hilbijartinên serokatiyê yên Amerîkayê de bi serketin.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got, “pîrozbahiyê li birêzan Joe Biden û Kamala Haris dikim” û hêviya xwe derbirî ji bo “dirêjîpêdan û hemahengiya bihêz a di navbera Amerîka û Kurdistanê de.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi girîngiya peywendiyên herdu aliyan kir û got, “Hevbeşî û peywendiyên di navbare me herduyan de gelek gîring e li ser seqamgîriya û geşepêdanê li herêmê.”

Medyaya Amerîkayê duh, piştî çend rojên encama dengdana bo hilbijartina serokê ku 4 salên li pêş rêvebiriya wî welatî bike aşkere kir û li gor encamên nefermî Joe Biden bû serokê nû yê Amerîkayê.