General Mazlûm Kobanî: Ji ragihandina agirbestê ve 182 şervan şehîd bûn

Hewlêr (Rûdaw) - General Mazlûm Kobanî ragihand ku Tirkiye û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve li ser êrişên xwe berdewam in û  ji biryara agirbestê heta niha 182 şervanan canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 30 hezar kes koçber bûne.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Kobanî, li ser hesaba xwe ya Twîtterê derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û herwiha êrişên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar daxuyaniyek belav kir.

General Mazlûm Kobanî di wê daxuyaniya xwe de ragihandiye ku Tirkiye û ‘grûpên çekdar ên cîhadîst’ êrişên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin û gotiye, “Her saetekê dest bi ser xakekê de digirin.”

Fermandarê HSDê biryara agirbestê bibîr xistiye û diyar kiriye, “Piştî peymana agirbestê ya bi rayedarên amerîkî re 182 hevalên me û bi dehan sivîl şehîd bûn, 30 hezar sivîl koçber bûn û 1100 kîlometre çargoşe hatiye dagirkirin.”

General Mazlûm Kobanî tekez dike ku HSD pabendî agirbestê bûye û ew jî bi mebesta parastina xelkê ji kuştin û koçberbûnê bûye û diyar dike, “Programa serkevtî ya li dijî terorîstan û operasyonên hevbeşên me bo piştrastbûna ji têkbirina DAIŞ dest pê kiriye û niha jî em li gel hêzê Amerîkî bîrên petrolê diparêzin.”

Tirkiye li gel grûpên çekdar roja 9ê Cotmehê êrişeke berfireh bo ser Rojavayê Kurdistanê dabû destpêkirin. Piştî bi 10 roj ji destpêkirina wê êrişê, di navbera Amerîka û Tirkiyê û herwiha Rûsya û Tirkiyê de derbarê agirbestê û rawestandina êrişan de rêkevtin hatibûn encam dan.

HSDê jî berî niha pabendbûna xwe ya bi wan agirbestan ragihandibû û lêbelê HSDê aşkere jî kiribû ku tevî wan rêkevtinan jî Tirkiye û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî di êrişên bo ser Rojava de berdewam in.

Li gor zanyariyên ku HSDê belav kirine taybet jî li gundewarên Til Temir, Eyn Îsa û herwiha li nêzî rêya navdewletî ya M4 û li devera Ebû Rasên grûpên çekdar bi piştevaniya Tirkiyê ji asman û bejahî êrişan bo ser hêzên HSDê pêk tînin û hewl didin wan deverên ku dest danîne ser berfireh bikin.