Mistefa Balî: Ji bo Kurdan fersendekî baş e

08-11-2019
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê HSD Mistefa Balî Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî ragihand, rast e ku êrîş li ser Rojavayê Kurdistanê heye û Rojava di jêr metirsiya dagîrketiyê de ye, lê belê serdema niha ji bo Kurdan fersendekî bê hempa ye.

Mistefa Balî li ser twîttera xwe amaje bi peyamên vê dawiyê yên Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), General Mazlûm Ebdî ango Mazlûm Kobanî kiriye û ragihandiye, ev peyam ji bo yekdengî û yekrêziya Kurdan e û tekez dike, “divê peyamên birêz Ebadî baş werin têgihîştin.”

Balî dibêje, tevî ku Rojavayê Kurdistanê di “metirsiya dagirkeriyê” de be jî, lê belê “ev serdem derfeteke bê hempa ye ji bo yekîtiya Kurdistanî.”

Bi gotina Balî, niha derfeteke baş e ji bo Kurdan daku yekîtiya xwe ava bikin û daxwaz dike, ku divê ev derfet têk neçe. Berpirsê Ragihandina HSDê destnîşan dike: “Hêza yekdengî, yekrêzî û hevgirtina Kurdan ji hêza hemû dijminan mezintir e.”

Peyama Mistefa Balî bi vî awayî ye:

“Bi hêvî me peyamên birêz Ebdî baş werin têgihîştin. Her çend Rojava di metirsiya dagirkeriyê de be jî, ev serdem derfetek bê hempa ye ji bo yekîtiya Kurdistanî jî. Divê ev derfet têk neçe. Hêza yekdengî, yekrêzî û hevgirtina Kurdan ji hêza hemû dijminan mezintir e!”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst