Hevpeymanî sibe kongreya awarte saz dike

Hewlêr (Rûdaw) - Sibe Înê 9ê Mijdara 2018, Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadperweriyê kongreya xwe ya awarte lidar dixe û dê gotûbêj li ser çarenivîs û paşeroja wê hîzbê bê kirin.

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê ku ji berpirsên Hevpeymaniyê hatine wergirtin, egerekî bihêz heye ku ew partî bê hilweşandin, lê hê jî beşeke serkirdeyên wê rijd in, ku Hevpeymanî bimîne lê hinek guhertin têde bêne kirin.

 

Li gorî wan zanyariyan, di nava Hevpeymaniyê de du nêrînên cuda derketine ku beşek ji wan ên nêzîkî Dr. Berhem Salih daxwaz dikin ku bi dengê piraniya desteya damezrîner, Hevpeymanî were hilweşandin.

 

Herwiha beşeke serkirdeyên îslamî û yekîtiyên kevin jî daxwaz dikin, ku civîna encûmena giştî, desteya damezrîner û birêvebirina biryarê bicivin û li ser çarenivîsa Hevpeymaniyê biryarê bidin.

 

Li aliyekê din, endama berê ya encûmena giştî ya havpeymaniyê , Sozan Hisên rexne li wê partiyê girt û got, ku Hevpeymaniyê nekariye bersiva bûyer û guhertinên dema derbasbûyî bide.

 

Sozan Hisên da xuyakirin, her ji ber heman sedemê û lawaziya Hevpeymaniyê, ew beşdariyê di kongireya sibe yaw ê partiyê de de nake.

 

Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadperweriyê piştî vegera Berhem Salih bo nav YNKê di rewşe dijwar re derbas dibe.

 

Piştî ku nakokiyên cîgirê duyem ê sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Berhem Salih bi wê partriyê de zêde bûbûn, ew ji YNKê cuda bû û Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadperweriyê damezrandibû.

 

Berhem Ehmed Salih bi partiya xwe ya nû ve beşdarî hilbijartinên 12ê Gulana îsal ên parlamentoa Iraqê kir û tenê 2 kursî bi dest xistin.

 

Bi nêzîkbûna dema lidarxistina hilbijartina parlamentoya Kurdistanê jî ku di 30ê Îlona îsal de hat lidarxistin, Berhem Salih û hin serkirdeyên YNKê dest bi rêzecivînan bo vegera nav YNKê kirin, lewma Berhem Salih ku hêj wê demê serokatiya Hevpeymaniyê dikir, ragihand ku ew beşdarî hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê nakin.