“Xwarinên Kurdî” di rêya UNESCOyê de ne

08-11-2018
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Riha UNESCO Metbex
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê amadekariyan dike daku bi durişma "metbexa herî kevn a cîhanê" tam û xurekên xwe yên bi Kurdî bi UNESCOyê bide pesendkirin.

 

Piştî ku bajarên Hatay û Dîlokê ku bi tam û çêjên xwe derdikevin pêş, ketin nava Tora Bajarên Aferîner a UNESCOyê, bajarê Rihayê ku xwedî dîrokeke pir kevn û metbexeke zengîn e, dest bi amadekariyan kir ku têkeve vê torê.


Li bajêr li mêvanxane û otêlên bûtîk ji kebabên curbicur bigire heya kifteyê hêkan, ji boraniyê bigire heya şêraniya şillixê qedera 400î tam û çêj ji bo mêvanên xumalî û biyanî tên pêşkêşkirin.




Şaredarê Bajarê Mezin Rihayê Nihat Çîftçî diyar kir ku di van demên dawiyê de kesên dixwazin çand û tamên cuda nas bikin, berê xwe didin bajêr.


Nihat Çîftçî da bibîrxistin, krîterê herî mezin ê UNESCOyê ew e ku li bajêr di kargerî û xwaringehan da xurek û tamên herêmî bên firotan. 




Çîftçî bal kişand ku wan jî bajarê Rihayê ku Girê Mirazan jî di xwe da dihewîne ku wekî ciyê destpêka dîrokê tê qebûlkirin, bi durişma "metbexa herî kevn a dinyayê" ji UNESCOyê re amade kir. Çîftçî bal kişand ku bajêr xwedî metbexeke dewlemend e û lewma jî baweriya wî heye ku ev taybetiya bajêr were pesendkirin.


Acar bal kişand ku wan çendîn proje amade kirine da ku krîterên UNESCOyê bên cih û wiha dewam kir, "Hêviya me ew e ku bajarê Rihayê dê di kurtedemekê da nasnavê bajarê gastronomiyê ku heq dike, wergire."

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst