KURDISTAN - Serokatiya Parlamentoyê û serokên fraksyonan gihîştin rêkevtneke 8 xalî

08-11-2017
Rûdaw
Nîşan Kurdistan Parlamento Rêkevtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û serokên fraksyonên nava parlamentoyê derbarê karê dahatî û civînên gera nû ya yasayî ya parlamentoyê de gihîştine rêkevtineke 8 xalî.

 

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û serokên fraksyonên nava parlamentoyê îro Çarşemî 8ê Mijdara 2017ê ji bo çawaniya destpêkirina gera nû ya yasayî û bername û acenda ya parlamentoya Kurdistanê bi hev re civiyan.

 

Piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin ku têde tê gotin, Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û serokên fraksyonên nava parlamentoyê di civîna îro de gihîştine rêkevtineke 8 xalî.

 

Li gorî daxuyaniyê, “civîna îro demijimêr 11ê berî nîvro hat encamdan, piştî ku gera nû ya yasaî di roja 06-11-2017 de hat ragihandin û bi armanca amadekirin û pêşkêşkirina karê dahatî yê parlamentoyê û civînên parlamentoyê û ew yasa û biryarên ku pêwîst in parlamentoya Kurdistanê wan pesend bike, bi taybet ew mijarên ku têkildarî rewşa xelkê û Herêma Kurdistanê û rola dezgehên destûrî yên Herêmê ne.”

 

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin, ku aliyên beşdar di civînê de li ser 8 xalan rêkevtin kirine û wan xalan wiha rêz dike:

 

“1 - Ji bo çareserkirina arîşe û giriftan û nehêlana astengiyan û hewlên aliyên siyasî bo tifaqa civakî û siyasî, em bi giring dizanin ku yekrêzî û yekgotarî li navxweyê Herêma Kurdistanê û Iraqê û herêmê were berdestkirin, di vê qonaxê de ku milletê me tê re derbas dibe, em daxwaz dikin bo vê armancê lez bihê kirin.


2 - Parlamento û hikûmet bi temamî alîkar û li gel hev hemaheng dibin û herwiha tekezî hat kirin li ser aktîvkirina komîteyên parlamentoyê û karê çavdêrî û lidûvçûnê û her rêkareke yasayî ku pêwîst be ji bo bihêzkirina saziyan û zêdetir xizmetkirina gişt tex û tiwêjên Herêma Kurdistanê.

 

3 - Parlamentoya Kurdistanê tekez dike, ku dezgehên destûrî yên Herêma Kurdistanê di çarçoveya Destûra Iraqê de amadeyiya xwe bo danûstandin û çareserkirina bingehîn a arîşeyan nîşan dane û bo vê mebestê pêwîst e herî zû dema danûstandinê were diyarkirin û di vê navberê de jî em daxwaz ji civaka navdewletî dikin bi awayekê ciddî alîkar bin, çimku mana rewşê bi vî awayî dibe sedem bo têkçûna jiyana xelkê Kurdistanê û navçeyên arîşedar. Bo tekezkirinê, ti cure binpêkariyeke destûrî ji aliyê Herêma Kurdistanê ve nehatiye kirin, berovajî di hemû beyanname û daxuyaniyên fermî de pabendbûna bi yasa û madeyên destûrî yên Iraqê bi zelalî amaje pê hatiye kirin û tekezî li ser hatiye kirin.

 

4 - Em tekez dikin, ku şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku bi mebesta danûstandinê diçe Bexdayê, pakêteke yasayî û darayî ya hûr amade bike û bi vê armancê jî parlamentoya Kurdistanê bi fermî nûnerên xwe bo wê amadekariyê ji xelkên pispor û şareza diyar kiriye û em bi temamî hemahengiyê li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, divê hewl werin berfirehkirin bo danûstandineke bilez, bi taybet ku debara xelkê Kurdistanê dikeve ber metirsiyeke ciddî û em daxwaz dikin, ku di danûstandinên navbera her du aliyan kar bi navê mûçewergirên Herêma Kurdistanê yên di çarçoveya sîstema bayometrî de were kirin û rêjeya %17ê heqê darayî ya Herêma Kurdistanê jî parastî be.

 

5 - Bo gera nû ya yasayî, biryar hat dank u hemû ew yasa û projeyên ku giring in û pêwîstiyên bilez ên vê qonaxê ne, bikevine bernameya karê civînên parlamentoya Kurdistanê û bi berçavgirtina wan yasayên ku rehendên niştimanî hene, û kar bi prensîpa lihevkirinê were kirin.

 

6 - Civînê biryar da, bi armanca lidûvçûna meydanî û amadekirina raporteke piralî li ser hemû wan bûyerên ku hatine sere navçeyên arîşedar, komîteyeke lêkolînê ji her çar komîteyên navçeyên kurdistanî yên li derveyî îdareya herêmê, pêşmerge, navxwe û mafên mirov were pêkanîn, ji bo amadekirina raporteke meydanî ji parlamentoya Kurdistanê re.

 

7 - Biryar hat dan, biawayekê bilez civîneke hevbeş a fraksyonên Kurdistanî yên parlamentoya Iraqê û parlamentoya Kurdistanê bo amadekirina nêrîna hevbeş a her du aliyan birêve biçe.

 

8 - Parlamentoya Kurdistanê tekezî li ser wê dike, ku pêwîst e parlamneto agahdarî hemû rêkarên danûstandin û encamên wê be û herwiha şêwira berdewam di navbera hikûmet û parlamentoyê de were berdestkirin.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst