Norwêc bo Kurdistanê: Xwe ji qonaxa piştî DAIŞê re amade bikin

08-11-2017
Rûdaw
Nîşan Norwêc Kurdistan Referandum Iraq Hewlêr Bexda Mesrûr Barzanî DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nunerê Taybetê Norwêcê yê bo Karûbarên Rojhilata Navîn Kinot Len û şandeke pê re bi Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtin pêk anîn. Şanda Norwêcê daxwaza bilez dawîanîna bi aloziyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û ji Kurdistanê û Bexdayê xwast, ku xwe ji qonaxa piştî DAIŞê re amade bikin.

 

Îro Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Nunerê Taybetê Norwêcê yê bo Karûbarên Rojhilata Navîn Kinot Len û şandeke Balyozxaneya Norwêcê ya li Bexdayê civiya û di civînê de Mesrûr Barzanî tekez li ser vê yekê kir, ku bertekên Bexdayê yên li hember referanduma serxwebûna Kurdistanê bertekên nedestûrî ne.

 

Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî û Kinto Len behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Norwêcê û herwiha pêşhatên dawî yên li deverê bi giştî û bi taybetî jîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin.

 

Di beşeke din a civîna han de şanda Norwêcî piştgîriya xwe bo diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê li ser esasê cîbicîkirina destûra bingehîn diyar kir û hêviya vê yekê jî xwest ku bilez dawî bi nakokî û aloziyên heyî were anîn û her du alî xwe bo qonaxa piştî DIŞIê û avedankirina welat amade bikin.

 

Di berdewamiya civînê de Mesrûr Barzanî tekez li ser helwesta Kurdistanê bo diyalog û danûstandinan kir û anî ziman ku bertekên Bexdayê yên li hember referanduma serxwebûna Kurdistanê bertekên nedestûrî ne û niyetxirabiya hin aliyên li Bexdayê li hember sîstema destûrî û sîstema siyasî ya niha ya Iraqê îsbat dike.

 

Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê got: “Rêkarên leşkerî li hember Kurdistanê bê encam dibin û berovajî, rewşa heyî aloztir dikin, ji ber vê çendê lazim e Bexda danûstandina bê merc a li ser esasê destûra bingehîn qebûl bike û tevahiya xalên Destûrê jî cîbicî bike, neku Bexda tenê çend xalên wê ku şirovekirineke taybet bo wan dike û di xizmeta armancên aliyekî arîşeyê de ne, cîbicî bike.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst