Akademiya Ebû Leyla danekî nû ji şervanan rahênan kir

08-11-2016
Xalid Cemîl Mihemed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Akademiya Ebû Leyla danê sêyem xula rahênana şervanan amade derdixe.


Piştî 2 mehan ji rahênana 250 şervanên Minbicê, li ser destên rahênerên Hêzên Hevpeymana Navdewletî, hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbic xula sêyem a rahênanê li Akadîmyaya Şehîd Fêsel Ebû Leyla bidawî kir.


Ew şervan ji aliyê siyasî, hizrî û leşkerî ve hatin perwerdekirin û piştre berê xwe didine bereyên şer.


Berdevkê fermî yê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş wiha got: “Hejmareke mezin ji gencên bajarê Minbic tevlî Encûmena Leşkerî ya Minbic dibin. Ew amade dibin ji bo ku bi erkên xwe rabin. Ev jî xula sêyem e ku bi navê Botan Turkmanî derdiçe.. Hejmara kesên ku di vê xulê de beşdar bûn 250 ye. Wan rahênana siyasî, hizrî û leşkerî stand. Ew rahênan bi serperiştiya Hevpeymana Navdewletî ye. Em dikarin bibêjin ku  Encûmena Leşkerî ya Minbic ber bi karê dezgehî ve diçe, bi awayekî ku jiyana leşkerî were rêxistin.”


Fermandeyên Encûmena Leşkerî dibêjin: “Şervan, piştî derçûna xwe, wê herin bereyên şer, ji bo piştgiriya hevalên xwe bikin. Hevdem wê şarezahî û zanyariyên ku di xula rahênanê de wergirtine, bidin hevalên xwe yên li bereyên şer.


Her bi gotina Encûmena Leşkerî, armanca wan kontrolkirina hemû navçeyên Sûriyê ye, ji destê DAIŞê.


Fermandeyê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced jî got: “Îro danekî din ji xulên rahênanê yên Encûmena Leşkerî ya Minbic bi navê Botan Turkmenî ji Akadîmyaya Fêsel Ebû Leyla derçû. Rahênana siyasî û serbazî bi beşdarbûyan bû. Piştî derçûna xwe, wê kesên rahênan dîtine herin bereyên şer ji bo ku şarezahî û zanyariyên xwe bigihînin hevalên xwe.”


Xula sêyem ya rahênana şervanan li Akadîmyaya Fêsel Ebû Leyla, li gundê Elsuni’h ê dikeve başûrê Minbic birêve çû.


Serperiştyarê Xula Rahênanê Mistefa Minbicî wiha axivî: “Çi operasyona ku berê xwe bide Reqa, Bab û Dêre Zorê yan jî çi deverê ji Sûriyê be, ewê beşdar bin. Eger alîkariyan ji encûmena Leşkerî ya Minbic bixwazin ev xul wê di şerê li dijî DAIŞê de û şerê beşdar be.”


Encûmena Leşkerî ya Minbic, şervana ji bo bereyên şer li bakurê Sûriyê amade dike. Ev yek di heman demê de dibe, kar ji bo kontrolkirina Reqayê dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst