Dr. Silêman tê oxirkirin

Çewlîg (Rûdaw) – Piştî ku du îşev termê pêşmergeyê şehîd Dr. Silêman gihşt cihê ji dayikbûna wî, bajarê Çewligê îro li gundê wî Çilkaniyê merasîma definkirina cenazeyî birêve diçe.

 

Peyamnerê Rûdawê Maşallah Dekak ji gundê Çilkaniyê ragihand merasîma oxirkina cenazeyê pêşmergeyê şehîd Dr. Silêman birêve diçe.


Şeva duşemî 7ê Mijdara 2016, termê şehîd doktor Silêman (sait Çurukaya) gihîşt gundê Çilkanî yê bajarê Çewligê yê Bakurê Kurdistanê.


Peyamnerê me diyar kir ku cenazeyê pêşmergeyê xwebeş şehîd Dr. Silêman ji aliyê welatiyên, xizim, dost û kesûkarên wî ve bi dirûşmên “Şehîd Namirin, Yan Neman Yan Kurdistan” û bi Alayên Kurdistanê û bi rihekî netewî tê oxirkirin.


Maşallah Dekak diyar kir ku ji gelek deverên Kurdistanê kesayetên siyasî û welatî tevlî merasîmê bûne û gundê Çilkaniyê jî bi Alaya Kurdistanê û wêneyên Dr Silêman hatine xemilandin.

 



Welatiyekê dibêje şehîd Dr. Silêman welatparêzekî gelek heja bû ew evindar û aşiqê axa Kurdistanê bû.


Roja 26ê Cotmeha 2016, Dr. Silêman li gundê Tîsxiraba Mezin a Başîkê û di demekê de ku mijûlî pûçkirina bombeyeke DAIŞê bû, bombe pê ve teqiya û di encamê de bi giranî birîndar bû.

 

Piştî ku bo dermankirinê bo Almanya hat veguhastin, roja 30ê Cotmeha 2016 ji ber giraniya birînan, şehîd ket.