Şîrketa Lufthansa ya almanî geştên xwe bo Hewlêrê sekinand

08-11-2015
RÛDAW
Nîşan Lufthansa Hewlêr Almanya Kurdistan Telar Fayiq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêla esmaniya Lufthansa ya Almanya geştên esmanç yên balafirên xwe ber bi paytextê Başûrê Kurdistanî bajarê Hewlêrê ve da sekinadnin.

 

Rêvebira balafirxaneya navdewletiya Hewlêrê Telar Fayiq di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Ji ber gireva pîlotan, hêla esmaniya Lufthansa ya almanî geştên xwe bo balafirxaneya Hewlêrê rawestandin.”

 

Telar Fayiq herwiha got, hêj nediyar e ku dê kengê geştên vê hêla esmanî ya almanî ber bi Hewlêrê ve dest pê bibin û tekez kir, ku ev yek girêdayî bidawîhatina girevên li Almanyayê heye.

 

Fayiq destnîşan kir, ew kesên ku dixwazin serdana Almanya bikin yan dixwazin ji Almanya vegerin Kurdistanî. Diakrin wek alternatîv bi rêya hêla emsanî ya Nemsayê geşt û serdanên xwe encam bidin.

 

Hêla esmanî ya Lufthansa di rojên şemî û sêşemiyê de geştên xwe bo Hewlêrê encamp didan.

 

Duh şemî 7ê Mijdarê gireva pîlotên hîla esmanî ya Lufthanza ya almanî dest pê kir û li gor agahiyan biryar e heya roja duşemiyê 9ê Mijdarê berdewam be.

 

Yekîtiya pîlotên hêla esmanî ya Lufthanza ligel rêvebirên şîrketê li ser çend pirsên wek temenê karkirinê, mûçeyê xaninişîniya pîlotan arîşe hene û ew du sal in ku gotûbêjên navbera wan ti encamek nebûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst