Tirkman bo Hikûmeta Iraqê: Emê çekan ji Enqere bixwazin

Kerkûk (Rûdaw)- Eniya Tirkmanî gefê li Hikûmeta Iraqê dixwe û dibêje, eger Bexda çekan nede tirkmanan ewê berê xwe bidin Tikriyeyê û ji Enqere çekan bixwazin.

Serokê Eniya Tirkmanî ya Iraqî, Erşed Salihî di daxuyaniyekê de daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dike ku çekan bide tirkmanan ji bo ku bergiriyê li xwe bikin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku, “Îro tirkman di pileya yekem de pêwîstiya wan bi çekan heye û ev daxwaz me çend caran ji Hikûmeta Iraqê kiriye.”

Erşed Salihî gefê li Hikûmeta Iraqê dixwe û wiha dibêje: “Eger Hikûmet çekan nede tirkmanan, ewê berê xwe bidin civaka navdewletî û di nav de Tirkiyeyê jî ji bo ku çekan ji wan re peyda bikin.”

Herwiha di daxuyaniyê de Salihî dibêje: “Tirkman baca têkçûna pêwendiyên navbera Tirkiye û Iraqê ji aliyekî û pêwendiyên Tirkiye û Îranê ji aliyekî dî ve didin.”