Hevserokê KCDê Hatîp Dîcle: Em ji dewlemendiyên Kurdistanê pişka xwe dixwazin

08-11-2014
RÛDAW
A+ A-

Wan (Rûdaw) – Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle bal kişand ser tehdîda ku çekdarên rêxistina radîkal a bi navê El Nûsra li ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê çêkirine û ji Tirkiyeyê xwest, bersiva daxwaziyên Kantona Efrînê bide. Dîcle her wiha got, ji bo ku pêvajoya çareseriyê bidome divê Tirkiye xwe ji “fobiya kurd” rizgar bike.

Îro li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê komcivînek li ser aboriyê dest pê kir û dê du rojan bidome.

 

Di komcivînê de li Navenda Kulturî ya Nûda ya Şaredariya Wanê hat lidarxistin, jibilî Şaredarê Wanê Bekir Kaya, Hevserokê KCDê Hatîp Dîcle û gellek rayedarên siyasî û aborî beşdar bûn.

Di civînê de Hatîp Dîcle axaftinek kir. Dîcle di axaftina xwe de li ser pêvajoya çareseriyê axivî û got, pêvajoya çareseriyê girîng e lê ji bo ku pêvajoya pêşve biçe divê nêrîna li ser Kurdan were guhertin. Dîcle axaftina xwe wiha domand:

“Kurd êdî ne kurdên berê ne, êdî ew kurdên ku li hev didan, nemane. Divê ew tirsa ku ji ber yekîtiya netewî ya li Başûr û Rojava çêbûye, nemîne. Tirkiye niha di rewşeke tengav de ye lê dikare bi Kurdan re tifaqê bike û ji vê rewşê rizgar bibe.”

Hevserokê KCDê li ser rewşa Kobanî û Efrînê û êrişên DAIŞê jî axivî û wiha got: “Hevpeymaniyek navdewletî li dijî DAIŞê çêbû. Kînga? Dema pîçek mabû Kobanî bikeve. Serokwezîra Kantona Efrînê dibêje, çeteyên El Nûsra nêzîkî Efrînê bûne ji bo ku Kobaniyek din çênebe divê Tirkiye deriyê xwe ji wan re veke. Belê, ji bo ku Efrîn jî mîna Kobanî lê neyê divê Tirkiye guhê xwe bide vê daxwazê.”

Hatîp Dîcle anî ziman ku herêma Bakurê Kurdistanê herêmeke dewlemend e û wiha axivî: “Li Kurdistanê rezervên dewlemend ên petrol û kanzayê hene. Em ji dewlemendiyên xaka xwe pişka xwe dixwazin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst