Di ser dagirkirina Serê Kaniyê re 5 sal derbas dibin: 'Ti kes li me napirse'

2 demjimêr berê
RÛDAW
Wêne: Ji vîdoya Northpresê
Wêne: Ji vîdoya Northpresê
Nîşan Koçber Serê Kaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sibe 5 sal di ser dagîrkirina Serê Kaniyê û Girê Spî ya ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ve re derbas dibin.

Piştî derbasbûna pênc salan di ser dagîrkirina bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyeyê ve, koçberên ji Serê Kaniyê di kampan de di reşweke kambax de dijîn.

Koçberê Serî Kaniyê Ebdulletîf Ebdulah behsa şkenceya ji aliyê çekdarên mixalefeta Sûriyeyê kir û got:

"Min nizanî çawa ketim xewê. Bi vî awayî 28 rojan berdewam kir.

28 rojan çekdaran ez şkence dikirim, ji banga îşayê heta banga sibehê ez şkence dikirim."

EbdulLetîf piştî 5 rojan ji dagîrkirinê vedigere gundê xwe lê ji aliyê çekdarên mixalefeta Sûriyeyê ve bi tohemta Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hat desteserkirin.

"Ji banga îşayê heta sibehê li min didan"

Ebdulletîf Ebdulah wiha pê de çû, "Ez vegeriyam, roja yekem tiştej nebû.

Roja duyem ciwanekî li derî xist û ez agahdar kirim ku li min digerin û pismamê min jî şehîd bûbû.

Ez ji gund reviyam lê li nav gund li min digeriyan.

Min xwe di tuwaletê de veşart, heta çûn ez derketim, lê demildest hinekî din ez girtim û birim girtîgehê.

Ne wek kesekî sivîl miamele li gel min dikirin, li min didan heta ez bêhiş diketim.

Ez girêdidam ji banga îşayê heta sibehê li min didan, bi vî awayî 28 rojan berdewam kir."

Koçberên Serê Kaniyê li nav kampên Rêvebiriya Xweser di rewşeke zêde dijwar de dijîn.

Xewna wan ew e piştî pênc salan ji derbiderbûn û koçberbûnê vegerin bajar, gund û warê xwe.

"Ti kes li me napirse"

Koçberê Serê Kaniyê Subhî Ebbas got, "Derdê me ew e ku em ji malên xwe derketine û xelk di çadiran de ne. Kanî mal û kanî çadir?

Malên me jinav çûne, hemû malên bajarê Serê Kaniyê ji aliyê çekdaran û kesên ew anîne hatine talankirin.

Ev pênc sal in em derbider in, em nizanin çarenivîsa me çi ye? Gelo dê vegerin malên xwe yan na?

Xelk tenê di Çadiran de derd û êşan dibînin. Ti kes li me napirse.

Rojekê aliyekî pêwendîdar nehatiye ne goitiye dê vegerin malên xwe."

9ê Çiriya Pêşîna 2019an artêşa Tirkiye û grûpên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê dagîr kirin.

Di encama de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Ji roja ku Girê Spî û Serê Kaniyê ketine bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst