Keşe Nîhad Hesen: 1500-2000 koçberên Kurd li dêra me bi cih bûne

2 demjimêr berê
RÛDAW
Dilbixwîn Dara û Keşe Nîhad Hesen / Wêne: Rûdaw
Dilbixwîn Dara û Keşe Nîhad Hesen / Wêne: Rûdaw
Nîşan Keşe Nîhad Hesen Keşeyê Dêra Kurdî Libnan Beyrût Kurdên Rojavayê Kurdistanê Şerê Xezeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Keşeyê Kurd ê Dêra Kurdî ya li Libnanê Nîhad Hesen diyar kir ku heta niha 1500-2000 koçberên Libnanî li Dêra Kurdî hatine bicihkirin.

Keşeyê Kurd ê ji Efrînê Nîhad Hesen ku li Dêra Kurdî ya li Beyrûta paytexta Libnanê keşetiyê dike beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser rewşa penaberên Kurd ên li Libnanê bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.

Nîhad Hesen li ser rewşa koçberên Kurd ên li Libnanê ne wiha got:

“Hin koçber vegeriyan Sûriyeyê, hin koçber di dibistanan de bicî bûne. 1500-2000 koçber hatin Dêra Kurdî.

Hin koçber nikarin vegerin Sûriyeyê. Hin koçber nexweş in û nikarin bimeşin.

Belgeyên şexsî yên hin koçberan nîn in. Heyva Sor a Sûriyeyê dermanan dide koçberan.

Hin xortên vegeriyane Sûriyeyê hatin desteserkirin. Me daxwaza alîkariyê ji Herêma Kurdistanê kir.

Xortên Kurdan ên vedigerin Sûriyeyê ji ber leşkeriya neçarî tên girtin.”

"Pêwîstiya koçberan bi cilûbergên zivistanê heye"

Nîhad Hesen amaje bi koçberên vegeriya Rêveberiya Xweser jî kir û wiha berdewam kir:

“Hin dêr alîkariya me dikin. Pêwîstiya koçberan bi cilûbergên zivistanê heye.

Koçberên vegeriyane Şehba û Şêx Meqsûdê rastî tengasiyan nehatin.

Ez careke din dibêjim, pêwîstiya penaberan bi cilûberhan heye. Hemû bi cilûbergên havînê ne.

"Em ji Rêveberiya Xweser alîkariyê dixwazin"

Em ji Rêveberiya Xweser dixwazin alîkariya koçberan bike. Koçber tenê di dêran de hatine bicihkirin

Bi tenê Komeleya Newrozê alîkariya koçberan kir.

Koçberên aniha li cem me ne hinek ji wan ji Efrînê, hinek ji wan ji Kobaniyê û hinek jî ji Helebê ne.

Pêwîstiya koçberan bi derman, şîr û amûrên paqijiyê heye. Em dixwazin partiyên Kurdî serşokên gerok peyda bikin

Em bi taybet alîkariya koçberên Kurd dikin.

Nîhad Hesen di dawiya axaftina xwe de daxwaza alîkariya lezgîn kir.”

Hesen bangî hemû aliyan kir ku berî hatina zivistanê pêwîstiya koçberan bi cilûbergên zivistanê, şîrê zarokan, derman û pêwîstiyên paqiyê heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst