KCKyê li ser silavdayîna Bahçelî û DEM Patiyê çi got?

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Devlet Bahçelî MHP KCK Besê Hozat DEM Partî Tuncer Bakirhan Abdullah Ocalan PKK Îmralî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Konseya Rêvebir a KCKyê Besê Hozatê li ser silavdayîna Devlet Bahçelî ya li parlamenterên DEM Partiyê got; “Ew li pey lîstikên nû ne, aştiyê dixwazin Îmralî li wir e. ”

Besê Hozatê ji medyaya partiya xwe re axivî û behsa rojeva Tirkiyeyê kir.

Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî bi berdewamî di gotarên xwe de gefan li DEM Partiyê û parlamenterên wê dixwe û wan wekî "dûvelankên terorê" bi nav dikir.  

Beriya bi 10 rojan Bahçelî dema ku ji Komcivîna Giştî ya Parlamentoyê xwe derket çûbû serdana rêzên DEM Partiyê.

Ew helwesta Bahçelî bûbû sedema karvedanan û li nava Tirkiyeyê wekî “pêngaveke nû ya çareseriyê” hat şîrovekirin.

"Lîstikeke nû ava dikin"

Besê Hozatê behsa hevdîtin û silavdayîna Bahçelî û parlamenterên DEM Partiyê jî kir û wiha got:

“Li hundir hewl dide mûxalefetê dîzayn bike. Roja din Bahçelî li meclîsê silav da rêvebirên DEM Partiyê. Bi CHP û Ozgur Ozel re diyalogê datînin.

Lîstikeke nû ava dikin. Piştî Devlet Bahçelî silav daye DEM Partiyê, rojnamegeran pirsî.

Bahçelî jî got; Dema em li derve aştiyê dixwazin, bêguman pêwîstiya me bi aştiyê ya li hundir jî heye.

Em ji bo welat jî aştiyê dixwazin. MHP partiyeke Tirkiyeyê ye. Bêyî MHPyê gaveke bi vî rengî bavêje, partiyên din nikarin gaveke bi vî rengî biavêjin.

Heger ku hûn dibêjin bila aştiya navxweyî pêk were, heger Erdogan gotineke Devlet Bahçelî nake du wê demê bila Devlet Bahçelî, Erdogan û Ozgur Ozel jî bigire ba xwe û biçe Îmraliyê.

Heger hûn aştiyê dixwazin Îmralî li wir e.”

Tifaqa Qudsê ya Bahçelî

Her wiha Besê Hozatê amaje bi gotinên Devlet Bahçelî yên li ser Şerê Xezeyê kir û wiha got:

“8ê mehê dê MeclîsaTirkiyeyê kom bibe. Ew dê li ser rojev û gefa Îsraîlê jî nîqaşê bikin.

Niha jî rojeveke dijwar ava kirine. Bêguman rastiya vê çi ye? Divê ev yek baş were fêhmkirin.

Îsraîl wê êrişê Tirkiyeyê neke, tiştek wiha nîne. Jixwe têkiliyên Îsraîl û Tirkiyeyê ne xerab in.

Hemû gotinên Erdogan hemasetî û demagojî ne. Tirkiyeyê ti carî têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qut nekirine.

Tirsa Tirkiyeyê çi ye? Pirsgirêkeke wiha ku dê Îsraîl êrişî Tirkiyeyê bike nîne.

Derdê wî ew e ku bila Kurd ji vê aloziya şer sûdê negirin.

Dibêje; Kurd dikarin hîn bêhtir destkeftiyan bi dest bixin, Kurd dikarin ji vî şerê li Sûrîyeyê sûdê wergirin, Kurd dikarin li Îraqê sûdê jê wergirin, Kurd li her derê dikarin sûdê jê wergirin.’

Lewma Tifaqa Qûdsê ya Bahçelî tê vê wateyê.”

“Ev ne hema ji nişka ve çêbûye”

Devlet Bahçelî îro di komcivîna partiya xwe de li ser vê mijarê jî axivî û sedema çûna ba rêzên DEM Partiyê eşkere kir.

Devlet Bahçelî diyar kir ku ew çûna wî ya ba Hevserokê DEM Partiyê û parlamenterên wê, ne hema jixwe bûye û got:

“Wekî Serokê MHPyê ez çûm rêzên DEM Partiyê û min destê xwe da wan. Ev ne hema ji nişka ve çêbûye.

Yên ku vê helwestê li şûna bi niyeteke baş, wekî hewldaneke ji bo berfirehkirina eniya rikeberiya serokkomariyê û destûra nû dibînin, belengaz in ku di nav zeviyeke mayinkirî de li sîbera dara biyê digerin.

“Ew peyama yekitiya neteweyî bû”

Destê ku ez dirêj dikim peyama yekitî û biratiya me ya neteweyî ye.

Destê ku ez dirêj dikim, ronahiya meşaleya parlamentoya yekem û gotinên rast a Birêz Serokkomarê me ye.

Destê ku min dirêjî wan (kir, pêşniyar û daxwaza 'Werin bibin partiya Tirkiyeyê û li dijî terorê bin û werin xwe li biratiya me ya hezar salî bigirin’ bû.

Em bi tesadufî û bi kêfî destê xwe nadin ti kesî û aliyî.”

Çi bûbû?

1ê Çiriya Pêşîn Serokê MHPyê Devlet Bahçelî li Parlamentoya Tirkiyeyê serdana rêzên DEM Partiyê kir û bi destê hevserok û parlamenterên DEM Partiyê girt.

Bahçelî destê xwe da Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û silav li wî kir.

Devlet Bahçelî ji bilî Bakirhan, destê xwe dirêjî Serokwekîlê Grûpa DEM Partiyê Sezaî Temelî, Parlamentera Wanê Pervîn Buldan û Parlamenterê Agirî Sirri Sakik.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst