Parêzgariya Amedê 'mîtînga azadiyê' qedexe kir

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Amedê “mitînga azadiyê” ya ku hatibû plankirin ku 13ê Çiriya Pêşîn were lidarxistin qedexe kir.

Biryar bû DEM Partî, DBP û saziyên din ên Amedê ji bo balê bikişînin ser rewşa tenduristiya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 13ê vê mehê li Amedê çalekiyekê li dar bixin.

Parêzgariya Amedê li ser mitîngê daxuyaniyek belav kir û lidarxistina çalakî û meş û mitîngan ji bo 5 rojan qedexe kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku her cure çalakiyên ku li qadên vekirî bên lidarxistin yên wekî kombûn, meş, daxuyaniya çapemeniyê, greva birçîbûnê, çalakiya rûniştinê, mîtîng, vekirina standê, vekirina kon, belavkirina belavok û broşur, daliqandina poster û pankartan hatiye qedexekirin.

Li gorî daxuyaniya parêzgariyê, qedexe dê roja 9ê mehê dest pê bike û dê heta 13ê mehê berdewam bike.

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de ye.

Ev 43 meh in ti agahî li ser Ocalan nînin û rê nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.

Herî dawî birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan 25ê Adara 2021ê bi rêya telefonê bi Abdullah Ocalan re axivîbû.