Tîmeke Rûdawê ji bo konferanseke navneteweyî li Londonê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li Londona paytexta Brîtanyayê konferansek li ser paşeroja medyayê tê lidarxistin û tîmeke Rûdawê jî tevlî konferansê bûye

Pêşkeşkarê Bernameya Diasporayê ya Rûdawê Hêmin Ebdulah tevlî konferansê bûye.

Hêmin Ebdulah tevlî Bultena 16an a Rûdawê bû û li ser konferansê axivî.

Hêmin Ebdulah diyar kir ku wekî Rûdaw medyayeke mezin a cihan û Rojhilata Navîn e û her demê sûdê ji pêşketinên dawî yên di warê medyayê werdigire.

Her wiha Hêmin Ebdullah behsa konferansê kir û wiha axivî:

"Paşeroja medyayê ji bo ku dezgeha herî mezin a medyaya Kurdistanê û yek ji medyayên herî mezin ên herêmê girîng e.

Dezgehên herî mezin ên cihanê dê 2 rojan li konferansê behsa paşeroja medyayê bikin.

Pêşhatên dawî yên di warê medyayê de, hişê çêkirî û bandorê wê ya li ser medyayê, derfetên xebata medyayê di paşerojê de û metirsiyên li ser medyayê mijarên serekî yên konferansê ne.

Kesên pispor û şareza dê bi hurgilî li ser van babetan di konferansê de biaxivin.”

Rûdaw tevî dezgehên mezin ên wekî Google, TikTok Sky News û Samsungê tevlî konferansê dibe.

Hêmin Ebdulah da zanîn ku di konferansê de dê derfeta Rûdawê hebe ku gotûbêj û hevahengiya zêdetir bi tîma saziyên medyaya navneteweyî re pêk bîne da ku Rûdaw ji wê ew hevkarî û pêşhatên nû zêdetir sûde bistîne.

Îro di konferansê de çend pisporên Samsungê li ser hişê çêkirî semînerek pêşkêş kir.

Hêmin Ebdulah diyar kir ku Kurdistan xwedî dîrokeke dewlemend e ku kêm neteweyên cîhanê xwediyê dîrokeke wisa dewlemend in.

Li gorî gotina Hêmin Ebdulah, bi saya hişê çêkirî derfet heye ku gelek aliyên veşartî yên wê dîrokê bên eşkerekirin.