ENKSyê bangî PKK û Tirkiyeyê kir

Hewlêr (Rûdaw) - ENKSyê êrişên Tirkiyeyê yên li navendên xizmetguzariyê yên Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) xwest Rojavayê Kurdistanê nebe meydana nakokiyên di navbera PKK û Tirkiyeyê de.

Rêveberiya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) li ser êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Roja 5ê Çiriya Pêşîn Tirkiyeyê êrişî çend navçeyên Rojavayê Kurdistanê kir û di encamê de zererên mezin gihiştin navendên xizmetguzariyê û wêstgehên elekrtîk, gaz û avê.

Herwiha zerer gihişt jêrxana wan navçeyan û karmendên wan navendan bûne qurbanî.

Krîza sotemeniyê derketiye

ENKSyê destnîşan kir ku bi sedema wan êrişan karên nexweşxaneyan rawestiyaye û krîza sotemeniyê derketiye.

Li gorî daxuyaniya ENKSyê, êrişên vê dawiyê yên Tirkiyeyê, piştî êrişa PKKyê ya li Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê tê.

ENKSyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ew armanckirina sivîlan, berjewendiyên wan û jêrxana xizmetguzarî û aboriyê şermezar dike.

ENKSyê ji Tirkiyeyê xwest ku van êrişan rawestîne û navçeyê ji karesatan dûr bixe.

ENKSyê herwiha bal kişand ser wê yekê ku Rojavayê Kurdistanê dibe medyana milmilaneyên di navbera PKK û Tirkiyeyê de.

ENKSyê ji PKKyê jî xwest ku rêzê li taybetmendiya gelê Kurd li Sûriyeyê bigire û destwerdana karûbarên wan neke û navçeyên Kurdî ji gef û gurkirina milmilaneyan dûr bixe.