Li Amedê bi hinceta Ocalan hemû çalakî hatin qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê ya Bakurê Kurdistanê bi hincea salvegera derketina Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê hemû çalakiyên wekî meş, civîn, xwepêşandan û vedana konan hatin qedexekirin.

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan di 9ê Çiriya Pêşîn a 1998an de ji Sûriyeyê derketibû.

Parêzgariya Amedê daxuyaniyek belav kir û bi hinceta slavegera vê rojê li parêzgehê qedexe hat ragihandin.

Parêzgariya Amedê ragihand, 9ê Çiriya Pêşîn salvegera derketina Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê ye û ji bo PKKyê wateyeke rêxistinî ya vê rojê heye.

Parêzgariya Amedê di daxuyaniya xwe de wiha got, “Dibe ku PKK di salvegera vê rojê de çalakiyan bike.

Ji ber vê yekê hemû çalakiyên weke meş, civîn, daxuyaniyên çapemeniyê, grevên birçîbûnê, çalakiyên rûniştinê, mîtîng, vekirina standan, vedana konan, belavkirina belavok û afîşan û daleqandina pankartan ji 09.10.2023yan demijêr 00:01ê heta 09.10.2023an demjimêr 23:59an hatine qedexekirin.”

Li gor biryara parêzgariyê rê bi wan otomobîlên ku bi armanca beşdariya çalakiyan dixwazin biçin Amedê nayê dayîn ku bikevin sînorê parêzgehê.