Serokê Herêma Kurdistanê ji bo çûna Îmarata Erebî hat vexwendin

08-10-2023
RÛDAW
Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Îmarata Erebî hat vexwendin
Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Îmarata Erebî hat vexwendin
Nîşan Herêma Kurdistanê Îmarata Erebî Lûtkeya Cîhanî ya Avhewayê (COP28)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê, Konsulê Giştî yê Îmarata Erebiyê yê Herêma Kurdistanê qebûl kir.

Konsulê Giştî yê Îmarata Erebî Ehmed Îbrahîm El-Zahirî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vexwend Îmarata Erebî ku tevlî Lûtkeya Cîhanî ya Avhewayê (COP28) bibe.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Konsulê Giştî yê Îmarata Erebî yê Herêma Kurdistanê Ehmed Îbrahîm El-Zahirî pêşwazî kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin Konsulê Giştî yê Îmarata Erebî vexwendnameya Serokê Îmarata Erebî Mihemed Bin Zayid El Nehyan pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir ku beşdarî Lûtkeya Avhewayê ya Cîhanî (COP28) bibe.

Lûtkeya Avhewayê ya Cîhanî (COP28) dê di 1 û 2ê Kanûna Pêşîn de li Expo Citya Dubaiyê were lidarxistin ku hevdem e bi roja neteweyî ya Îmarata Erebiyê re.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst