Êrişên Tirkiyeyê çiqas zerer gihand aboriya Rojavayê Kurdistanê?

Hewlêr (Rûdaw) - Êrişên asmanî yên Tirkiyeyê bi dehan milyon dolar zerer û ziyan gihandine jêrxaneyên aborî û tenduristiyê yên Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî nirxandinên destpêkê yên çavkaniyên Rêveberiya Xweser, ziyanên ku êrişên Tirkiyeyê gihandine jêrxaneyên aborî û tenduristiyê yên Rojavayê Kurdistanê bi qasî 56 milyon dolarî ye.

Herwiha çavkaniyeke taybet ji herêma Dêrikê ji Rûdawê re ragihand ku tîmên teknîkî li herêmê dest bi çêkirina hinek santralên elektirîkê yên kirine.

Li gorî heman çavkaniyê, demjimêr 6ê sibeha roja Şemiyê tîmên teknîkî dest bi çêkirina santrala Siwêdiyê kirine.

Heman çavkaniyê ji Rûdawê re da zanîn ku bîrên petrolê yên li nêzîkî gundê Sêgirkayê çak kirine û xistine ser kar.

Piştî êrişa 1ê Çiriya Pêşîn a 2023yan a li Enqereyê, ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û Saziya Îstixbaratê ve li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê operasyonên hewayî yên berfireh hatibûn destpêkirin. 

Di wan êrişên Tirkiyeyê de bi dehan binke, sazî, nexweşxane, santralên av û elektrîkê, bîrên pertolê yên Rojavayê Kurdistanê hatibûn bombebarankirin.